Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel Wezîrê Karên Derve yê Urdunê civiya

24 May 2022 15:53 0 dîtin
Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel Wezîrê Karên Derve yê Urdunê civiya

PeyamaKurd-Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hevdîtinên xwe yên Korbenda Davosê didomîne. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel Wezîrê Karên Derve yê Urdunê civiya. Hat zanîn ku di civînê de qala mijarên siyasî, pêwendî, çandî û tenduristiyê hatiye kirin.

Mesrûr Barzanî, di hevdîtinên xwe yên di çarçoveya Korbenda Davosê de ligel Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen El-Sefedî civiya.  Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê Urdunê, li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Urdunê û rewşa siyaseta Iraqê axivîne. Hat zanîn ku tekezî li ser girîngiya pêwendî û hevahengiya hevbeş a navbera Herêma Kurdistanê û Urdunê hatiye kirin û mijarên li ser çandinî û qada tenduristiyê hatine nirxandin.