HSD: Li Dêrazor û Hesekê 6 DAISî hatin girtin
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên taybet û hêzên ewlekariyê yên girêdayî HSDê 12ê Kanûnê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê 2 operasyonên taybet encam dane.
Hat ragihandin ku di encama operasyona yekemîn a li gundê El-Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê de 3 çekdarên DAIŞê hatine girtin ku miqdarek cebilxane, çek û alavên teknîkî û hin belge hatine desteserkirin.
HSDê da xuyakirin, di operasyona duyemîn a li bajarokê Şedadê yê başûrê Hesekê li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê hatiye encamdan jî 3 çekdarên DAIŞê tevî çek û alavên wan hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin