HSD û Amerîkayê 4 bermîl zêr û milyonek dolarê DAISê desteser kir
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzeke hevbeş a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û artêşa Amerîkayê, li başûrê Reqayê, bi operasyoneke hevbeş bi ser baxê Xelîfeyê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî de girt û dest danîn ser çar bermîl zêr û gelek pere û hejmarek belgenameyan.
SOHR daye xuyakirin, li Reqayê ji aliyê HSD û artêşa Amerîkayê ve êrîşek bi ser baxê Xelîfeyê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî de hat kirin ku berê li wê derê dima.
Hat eşkere kirin ku di operasyonê de, 4 bermîl zêr û milyonek Dolar hat desteser kirin.
SOHRê diyar kir, di beşeke din a baxê Bexdadî de, çek û alavên xwekujiyê hatine veşartin û ew zêr û pere, ber bi depoyeke hevbeş a navbera HSDê û artêşa Amerîkayê hatine veguhestin.
Hêjayî gotinê ye, DAIŞê di sala 2014an de dest danîbû ser Reqayê û di sala 2017an de ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê ve Reqa hatibû rizgarkirin
SOHRê beriya niha jî dabû xuyakirin, di 6ê Çileya borî de, HSDê depoeyeke din a veşartî ya DAIŞê li gundê Qeyrewanê yê li derdora Qamişlo yê li bakurê Hesekê dîtibû ku çek û alavên êrîşan û xwekujiyê tê de veşartîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin