HSDê amarên roja yekem a operasyona tunekirina terora DAISê eskere kir

17 July 2020 20:40 0 dîtin
HSDê amarên roja yekem a operasyona tunekirina terora DAISê eskere kir

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 17ê Tîrmehê destpêkirina qonaxa duyemîn a ‘Pêngava Tunekirina Terorê` li dijî şaneyên terorîstên DAIŞê li herêmên Dêrazorê ragihand.

Piştî operasyanên ji sibehê ve berdewam dikin, HSDê ragihand ku di beşa yekem a Pêngava Tunekirina Terorê de, di nav rojekê de 24 DAIŞî tevî hejmarek zêde cebilxane û çekên wan hatin desteserkirin.

HSDê herwiha dîmenên wan cebilxaneyan û DAIŞîyên hatine desteserkirin belav kirin.

Operasyona dijî şaneyên veşarî yên DAIŞê, bi beşdariya Yekîneyên Antîterorê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku piştevaniya hêzên asmanî didin berdewam dike.

Hêzên Sûriya Demokratîk 10ê Hezîrana 2020an jî qonaxa yekemîn a Pêngava Tunekirina Terorê li gundewarên Hesekê û Dêrazorê ragihandibû û bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî di encama wê operasyonê de 110 DAIŞî hatibûn desteserkirin.