HSDê di roja yekem a operasyonê de 17 DAISî desteser kirin
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro digel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li Dêrazorê operasyon li ser şaneyên razayî yên DAIŞê dabû destpêkirin, 17 çekdarên DAIŞê desteser kirin.
Fermandarê HSDê yê Dêra Zorê Ednan Efrîn ragihandiye ku pêngav îro bi beşdarbûna hezar şervanan dest pê kiriye û li ser banga rûspiyên herêmê ya tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞê hate destpêkirin.
Efrîn da xuyakirin ku hezar şervanên HSD, YPJ û Hêzên Komandos bi hevkariya Hevpeymaniya Navnetewî ji aliyê bejahî û asîmanî ve beşdariyê li wê operasyonê dikin.
Fermandarê HSDê ragihandiye ku wê operasyon li herêma xeta navçeya Deşîşa heta Baxozê û ber sînorê Iraqê pêk were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin