Rojava | Hevpeymaniya Navdewletî: Di operasyonên 8 rojan de 170 DAISî girtin

17 January 2023 21:08 0 dîtin
Rojava | Hevpeymaniya Navdewletî: Di operasyonên 8 rojan de 170 DAISî girtin

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihandin ku di encama çend operasyonên hevbeş de ligel HSDê de, 170 endamên DAIŞê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê desteserkirin.

Di daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye gotin: "Ji 28ê Kanûna 2022 û heta 5ê Çileya 2023an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke berfireh ji bo girtina endamên DAIŞê û rêgirtina êrîşên wan ên pêşbînîkirî li Cizîra Rojavayê Kurdistanê kirin."

Hevpeymaniya Navdewletî diyar kir, operasyon di çarçoveya Birûska Cizîrê de hatiye kirin û nêzîkî 1000 endamên HSDê ku di nav de endamên asayîşê hebûn, operasyona gera li pey endamên DAIŞê li navçeyên Til Hemîs, Til Birak û kampa Holê kirine.

Hevpeymaniya Navdewletî da xuyakirin, di dema operasyona heşt rojan de, wan 150 caran bi ser şaneyên DAIŞê de girtine û di encam de 40 gund paqij kirine û zêdeyî 170 endamên DAIŞê girtine, ji xeynî ku dest danîne ser sedan çek û kelûpelên lojîstîkî yên DAIŞê.

Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Claude Tudor got, hêzên wan ên hevbeş li Sûriyê di têkşikandina DAŞê de xîreteke zêde nîşan didin û bi berdewamî operasyonên dijî terorê dikin, ku ji aliyê şêxên navçeyê ve daxwaz ji wan tê kirin.

Hevpeymaniya Navdeletî daye zanîn, vê operasyonê parastina asayîşa civaka xwecihî bilind kiriye û xelkê hrêmê ji gefên DAIŞê jî diparêze ku wek Hevpeymaniya Navdewletî heta aştî û aramî were herêmê, ew li ser erkê şêwirmendî û alîkarîkirina hevbeşên xwe berdewam in.