HSDê encama civîna Meclîsa Leskerî ragihand: Plan û projeya pêserojê…

16 January 2020 19:06 0 dîtin
HSDê encama civîna Meclîsa Leskerî ragihand: Plan û projeya pêserojê…

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi seroktiya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî civîna meclîsa leşkerî ya asayî li dar xist.

Piştî civîna ku doh 15ê Çileyê hat lidarxistin, îro encamnameyek hat ragihandin ku piraniya endamên meclisê beşdarî civînê bûne û di civînê de bi giştî rewşa heyî û êrîşên dewleta Tirk hatin nîqaşkirin û herwiha proje û plansaziya pêşerojê hate danîn.

Hat diyarkirin ku di civînê de berdewamkirina pêkanîna bernamayê û vesazkirina hêzên leşkerî ji aliyê rêxistinî ve hat nîqaşkirin, herwiha rola meclîsên leşkerî yên herêmî û asta erênî ku gihîştiyê, hat nirxandin.

Di civînê de beşdaran bal kişand ser girîngiya pêşxistina hêzên leşkerî di aliyê hejmar û perwerdekirinê de, bi rêya zêdekirina hejmar, çek û cebilxaneyê.

Herwiha bi rêya dewreyên perwerdeyê yên taybet di hemû aliyan de, da ku hêz di hemû aliyan de amade bin û li gorî pêvajoyê bin.

Di encamnameyê de hat gotin, hatiye piştrastkirin ku divê çareseriya siyasî bi rêya dan û standinên bi hemû aliyên peywendîdar re di çarçoveya itîrafkirina bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê û parastina statuya HSDê di nava sîstema parastin û ewlehiya Sûriyê ya pêşerojê de, divê pêk were.

Rêkeftinên Soçî û Amerîkayê

Di heman demê de, di civînê de rêkeftina Soçiyê ya ku bi garantiya Rûsyaya Federal di 22yê Cotmehê de pêk hatiye, hate nîqaşkirin û teqezî li ser pêkanîna bendên hevpeymanê li ser erdê hate kirin. Lê ji aliyekî din ve jî, dewleta Tirk li gorî hevpeymanê tev negeriya û heta niha bi zanebûn bendên hevpeymanê binpê dike û ev yek jî ewlehiya herêmê bi tevahî dixe nava metirsiyê. Herî dawî jî, bi balafireke bêpîlot (drone) di 12`ê Çileyê de êrişî herêma Tirbespiyê kir û di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û hinên din jî birîndar bûn.

Di civînê de, hevpeymana agirbestê ya ku di 17ê Cotmehê de, di navbera Tirkiye û Amerîkayê de çêbû, hate nîqaşkirin. Hate piştrastkirin ku tevî hêzên wan li gorî bendên hevpeymanê tev geriyane, lê Tirkiyê bendên hevpeymanê binpê kirin û heta niha dewleta Tirk siyaseta guhartina demografî û qirkirina etnîk pêk tîne, her wiha rojane sûcan li dijî sivîlên ku li herêmên dagirkirî mane, pêk tîne. Di heman demê de, dest datîne ser milkên sivîlan û kesên biyanî li malên sivîlan bi awayekî zanebûn bi cih dike. Her wiha destûr nade ku koçber vegerin cihê xwe yê resen û bi rêya komên çekdar ên girêdayî xwe, li dijî sivîlan siyaseta tirsê bi kar tîne. Di civînê de, ji aliyên garantor hate xwestin ku Tirkiye Ii gorî hevpeymanê tev bigerin û berpirsyariya qanûnî ku dikeve ser milên wan, pêk bînin û sînorekî ji ji van sûcên dermirovî re deynin.

Rewşa Idlib û Efrînê

Di civînê de, bal kişandin ser rewşa mirovahî û tirsnak a li bajarên Idlib û Efrînê û hate piştrastkirin ku tiştên ku li her du bajaran dibe, encama siyaseta dewleta Tirk û destwerdana wê di kar û barên gelê Sûriyê de ye û bazirganiya bi xwîna wan e. Her wiha li ser biryara Fermandariya Giştî ya HSDê ya hembêzkirina koçberên ji Idlibê û peydakirina pêdiviyên wan ên mirovî bi rêya peywendiya wan bi komên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk ên li herêman re, hate teqezkirin.

Di dewama civînê de, operasyonên koordînekirî bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê û pêdiviya dewamkirina keda ku hatiye dayîn ji bo têkbirina rêxistina terorîst û da ku careke din venegere, hate nîqaşkirin.

Her wiha di civînê de, xebatên koordîne bi hêzên artêşa Rûsyayê li Sûriyê û belavbûna wê li gorî hevpeymana Soçiyê da ku ewlehî û îstiqrarê li herêmê çêbe û teqezî li ser dewamkirina vê koordîne û hevkariyê hate kirin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku di dawiya civînê de, li ser hêza HSDê ya rakirina berpirsyariya dîrokî û pêkanîna erka xwe ya parastina bo hemû berjewendiyên herêmê û pêkanîna edaletê, hatiye rawestîn.