HTS ket bajarê Hemayê û artêsa Sûriyeyê jê vekisiya

05 December 2024 16:03 0 dîtin
HTS ket bajarê Hemayê û artêsa Sûriyeyê jê vekisiya

PeyamaKurd – Çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê ketin bajarê Hemayê û artêşa Sûriyeyê jî ji nava bajêr vedikişe.

Rewangeha Sûrî ya bo Mafên Mirov belav kir ku çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê îro 5ê çileya pêşîn, piştî şer û pevçûnên giran ln bi hêzên rêjîma Sûriyeyê re, karîn ji gelek aliyan ve bikevin nava bajarê Hemayê.

 

Ji aliyekî din ve, artêşa Sûriyeyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Hêzên me yên çekdar şer û pevçûnên giran ji bo şikandin û têkbirina êrîşên tund û li dû hev ên rêxistinên terorîstî li ser bajarê Hemayê kirin.”

 

Artêşa Sûriyeyê her weha got di çend saetan borî de, bi dijwarbûna şer û pevçûnên bi komên terorîst re û zêdebûna hejmara kuştiyan di nava refên hêzên wan de, van koman karîn derbasî gelek taxên bajêr bibin.

Her weha diyar kir ku ji bo parastina jiyana sivîlên bajarê Hemayê û tevlînekirina wan di şerên di nava bajaran de, yekîneyên wan ên leşkerî li  nava bajêr, jê derketine û li derveyî bajêr bi cih bûne.

Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê tekez dike, ew ê berdewam be ji bo derxistina wan deveran ji destê rêxistinên terorê.