HUDA PARê bernameya partiya xwe ji Kilicdaroglu re sand

18 May 2023 20:05 0 dîtin
HUDA PARê bernameya partiya xwe ji Kilicdaroglu re sand

PeyamaKurd – Piştî daxuyanî û rexneyên partiyên opozîsyonê yên Tifaqa Milet bo Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) û tawanbarkirina wê bi Hizbullahê, HUDA PARê îro 18ê Gulanê bi rêya posteyê bernameya partiyê û Forma Kursa Xwendin û Nivîsîna Ehlaqê Siyasî ji namzedê opozîsyona Tirkiyê Kemal Kilicdaroglu re şand.

Şandeke HUDA PARê ya bi seroktiya Cîgirê Serokê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, bi rêya posteyê bernameya partiyê û Forma Kursa Xwendin û Nivîsîna Ehlaqê Siyasî ji Kilicdaroglu re şand.

Hat ragihandin ku ji ber bêbextî û rexneyên ne di cî de yên li partiya wan têne kirin, wan ew poste ji Kilicdaroglu re rê kiriye.

Hêjayî gotinê ye, di medyaya opozîsyonê de bi taybet jî piştî ku HUDA PARê di lîsteya AK Partiyê de 4 parlamenter derxistin û hilbijartina serokomariyê maye gera duyem, rexneyên tund li AK Partiyê têne girtin ku ew xistine parlamentoyê.

Namzedê opozîsyonê yê serokomariyê Kemal Kilicdaroglu jî îro di duxayniyekê de, rexneyên tund li AK Partiyê girtibûn ku HUDA PAR xistine parlamentoyê û ew careke din bi terorê tawanbar kiribû.

Herwiha beşên bernameya HUDA PARê yên derbarê çareseriya pirsa Kurd, Kurdî û rêbaza wan a Îslamî de, bi tundî têne rexnekirin û di medya opozîsyonê de wekî teror têne pênasekirin.

Kemal Kiliçdaroglu, daxuyaniyeke tund da!