HUDA PARê li ser peyva 'terorîst' doz li Mansûr Yavas vekir: Divê lêborînê bixwazin!
PeyamaKurd – Partiya Doza Azad (HUDA-PAR), ji ber gotinên Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê û namzedê cîgirê serokomar ê Tifaqa Milet Mansur Yavaş, li dadgehê doz vekir.
Mansûr Yavaş, di mîtinga 19ê Nîsanê ya li Sînopê de gotibû: "Terorîst terorîst e; di navbera PKKiyan û HUDA-PARiyan de cudabûn tune. Em li dijî hemûyan in, em ê koka wan biqelînin.”
Parêzerê HUDA PARê Omer Salih di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Edlîyeya Enqerê de li ser dozvekirinê wiha got:
“Mansûr Yavaşê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Enqerê yê ku ji bo ji xelkê re xizmet bike hatiye hilbijartin di 19ê Nîsanê di mîtînga ku li Sînopê hat kirin de got: ‘ Terorîst terorîst e. Ha PKK ha HUDA PAR. Ferqa vê yekê tune ye. Em li dijî hemûyan in û em ê koka wan biqelînin.’ Yavaş bi van gotinên xwe navê HUDA PARê bi rêxistineke terorê re zikir kir û HUDA PARê wek rêxistineke terorê nîşan da û bi deh hezaran însanê me hedef nîşan da û sûcê tahrîkirina gel a ji bo dijmintî û kînê kir. Divê vê zanîn ev gotin ne azadîya fikr û ramanê ne û azadîya îftîra û bêbextîyê jî tune ye. Divê temamê kesên xwedî nasnameya sîyasî haya xwe ji gotinên xwe bikin. Divê Yavaş û hevalbendên wî yên ku derheqê HUDA PARê de van gotinan kirine divê lêborînê ji HUDA PARê bixwazin.”
Mansûr Yavaş jî li ser giliyê HUDA-PARê got: “Ji bo min şeref e ku vê pêkhateya pirsgirêka wê bi Tirkiye û miletê Tirk re heye, doz li min vekiriye. Em ê bi madalyeya şerefê 15ê Gulanê werin ser deshilatê. Her çi kes bi nirxê miletê me re pev biçe, heta nefesa dawî em ê têkoşîna xwe li hember wan bidomînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin