Hukumeta Iraqê li ser operasyonên TSKê got: “Em êrîsan red dikin”

10 July 2024 23:15 0 dîtin
Hukumeta Iraqê li ser operasyonên TSKê got: “Em êrîsan red dikin”

PeyamaKurd – Li Iraqê konseya wezîran ya ewlehiya netewî di bin serokatiya serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es-Sudani de civiya. Di civînê de babet operasyonên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê bûn.

Komîsyon, ji bo lêkolînan biryarê da ku heyetekî bişîne Herêma Kurdistanê. Berdevkê artêşa Iraqê Yahya Resûl li ser civînê daxwyaniyekî nivîskî da û di daxwyaniyê de hat gotin:

“Li ser ewlehiyê, pêşdeçûn û babetên di rojevê de yên herî girîng hatin axaftin. Li ser babetan biryarên ku pêdivî bi wan hene, hatin dayîn.”

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku li ser êrîşên TSK rawestiyane û êrîşên li ser axa Iraqê red dikin. Divê Tirkiye li pey qaîdeyên cîrantiya baş bimeşe û ji bo koordînasyonê bi hukumeta Iraqê re bixebitin.

Di biryarê de hat gotin ku di bin serpereştiya şêwrimendê ewlehiyê yê Iraqê Qasim el-Araci de heyetekî dê here herêma Kurdistanê.

Di civînê de serokwezîr Sûdanî, wezîrê karên navxwe, yê bergiriyê, yê darayî, yê edaletê, serokê Haşdî Şabî, serokê îstîxbaratê, asayîş û dezgeyên leşkerî hebûn.