Hukumeta Kolombiyayê û ELN dest bi tûra sêyem ya hevdîtinan kir

02 May 2023 22:21 0 dîtin
Hukumeta Kolombiyayê û ELN dest bi tûra sêyem ya hevdîtinan kir

PeyamaKurd – Hukumeta Kolombiyayê û artêşa rizgariya netewî ya Kolombişyayê ELN li welatê Kubayê dest bi hevdîtinên tûra sêyem kirin. Li payîtexta Kubayê li Havanayê li tesîsên El Laguitoyê her dû teref hatin cem hev û li ser lêgerîna agirbesê, alîkariya mirovî û tevlîbûna civaka sîvîl ya ji bo pêvajoya aştiyê dê mijarên wan bin.

Di hevdîtinê de terefê hukumeta Kolombiyayê serokê delegasyonê Otty Patino û Senator Maria Jose Pizarro Rodriguez temsîl dikin. Terefê ELN ê serokê muzakereyan Pablo Beltran (İsrael Ramirez) temsîl dike. Wê wezîrê karên derve yê Kubayê Bruno Rodriguez Kubayê temsîl bike û ji welatên garantor wê çavdêr bin û civînan bişopînin. Wezîrê karên derve yê Kubayê Rodriguez di axaftina destpêkê de got:

“Ji bo teref karibin ji civînê fêde bibînin, wê Kuba destekê bide vê peymanê û heya di dest were dê her tiştî hêsan bike.”

Serokê nûnerên ELN ê Beltran jî got ku ji bo bigihên agirbesê, vê tûra sêyem roleka wê ya girîng heye û ji bo civak tevlî pêvajoyê bibe û bigihên asta agirbesê, ew amade ne û dixwazin.

Senator Rodriguez got ku ketine pêvajoyekî ku nikarin jê vegerin û divê pêngavên girîng û pêşdeçûnan bidest bixin.

Meksîka, Venezuela, Şîlî, Norveç û Brezîlya, di hevdîtinên aştiyê de garantorin, Îsveç, Almanya, Îsvîçre û Îspanya jî destekê û hevkariyê dikin.