Hukumeta Kurdistanê: “Tewrê me li hemberê serê TSK û PKK ê zelal e”

26 May 2021 21:31 0 dîtin
Hukumeta Kurdistanê: “Tewrê me li hemberê serê TSK û PKK ê zelal e”

PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil piştî civîna encumena wezîran ku di bin serokatiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hat kirin, ragihand ku bi sedema şerê navbera artêşa Tirkiyê (TSK) û PKK ê xelk perîşan bûye û bo her dû terefan got:

“Bila pirsgirêkên xwe di derveyê axa Herêma Kurdistanê de çareser bikin.”

Di civînê de cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê  Qubad Talabanî jî amade bû, li ser mijarên cîbicîhkirina qanûna reforman û belavkirina dahata giştî bi wekhevî axifîn. Her weha li ser mijarên zêdekirina dahatên cîh û wezaretên pêwendîdar axifîn. Birêxistina ji nûh de bo zêdekirina cûreyên dahatê û xebata ku dikeve ser milên wezaretan hat guftûgokirin.

Di civînê de biryar hat dayîn ku bo sektora sîgortayê (temînê) bixin rê û bo kontrola wê di bin sîwana wezaretên Darayî û ekonomiyê de rêvebiriya giştî bê avakirin û qanûna li ser biryar hatiye dayîn bişînin parlementoyê.