Hunermendên Kurd ji bo Hucam Surçî û Qazî Mihemed stran gotin

26 July 2020 20:09 0 dîtin
Hunermendên Kurd ji bo Hucam Surçî û Qazî Mihemed stran gotin

PeyamaKurd - Hunermendên Kurdên ji Bakurê Kurdistanê Hozan Birader, Bedil Brahîm û Serhat Çarnewa û Derwêş Serhedî albûmeke hevbeş a stranan amade kirin.

Di albûmê de, li ser Pêşmerge Hucam Surçî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû şehîdkirin û Qazî Mihemed jî stran hatine gotin.

Hunermend Derwêş Serhedî ragihandiye ku tomarkirina albûmê berdewam dike ku 15 stranên nû pêk tê û Hozan Brader, Bedil Brahîm û Serhat Çarnewa jî tê de cî digirin.

Derwêş Serhedî ji Rûdawê re daye xuyakirin ku hemû stranên albûmê yên wî bixwe ne û ew stran bi ruhekî netewî hatine amadekirin.

Serhedî gotiye, di albûmê de stranek li ser Qazî Mihemed û yek li ser şehîd Hucan Surçî hatiye gotin û ew di piraniya strana xwe de bangawaziya azadiya Kurdistanê dike û hinek stranên jî li ser evîndariyê ne.

Derwêş Serhedî dibêje, wê albûm di demeke nêzîk de were belavkirin.