Hûsî li Yemenê merasima fermî ya leskerî kirin lê NY ji merasimê bi endîsê ye
PeyamaKurd – Mîsyona Netweyên Yekgirtî ya desteka peymana Hudeydeyê (UNMHA), ji merasima meşa fermî ya li Hudeydeyê ya Hûsiyan endîşe dike. Hûsî merasima leşkerî kirin ku li gor NY merasima leşkerî ya li bajarê stratejîk ya Hûdeydeyê bi endîşeye. NY dixwaxwuyaniya xwe de got:
“Em weka UNMHA, merasima ku îro li Hûdeydeyê bi fermî ji aliyê Hûsiyan de hat kirin ku merasim li dijî peymana Hûdeydeye, endîşe dikin. Em rewşê ji nêzde dişopînin. Em bang li Hûsiyan dikin ku bajêr ji hezrên leşkerî safî bikin û li pey xalên peymanê herin.
Divê herkes li pey peymanê here û ji bo parastina xelkê bajêr her hewl bê nîşandan. Me tesbît kir ku Hûsî li bajêr yekîneyên leşkerî ava dikin û ev bûye sedema endîşeyên di nav xelkê de.”
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku li gor peyama sala 2018 an ya Peymana Stockholmê, divê Hûdeyde ji leşkaran bê safîkirin û Hûsî xalên peymanê bicîh bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin