Hûsî û artêsa Yemenê li hev xistin: 26 kustî

18 January 2020 18:28 0 dîtin
Hûsî û artêsa Yemenê li hev xistin: 26 kustî

PeyamaKurd- Li payîtexta Yemenê li Sanayê di navbera leşkerên hukumetê û muxalif Hûsiyan de şer derket û di encamê de 23 ji Hûsiyan û 3 leşker jî ji artêşa Yemenê hatin kuştin. Bûyer li rojhilatê Sanayê li navçeya Nehemê çêbû.

Hûsî xwestin ku êrîş bibin ser noqteyên artêşa Yemenê lê artêş berê pêşî li wan girt û êrîş kir. Artêşa

Yemenê her weha ragihand ku li bajarê Beydayê Hûsî xwestine êrîş bikin ser çeperên artêşê lê artêş wan ji çeperên xwe dûr xistiye.