Artêsa Yemenê: Di êlûnê de ji 1000 î zêdetir Hûsî hatin kustin

03 October 2020 18:09 0 dîtin
Artêsa Yemenê: Di êlûnê de ji 1000 î zêdetir Hûsî hatin kustin

PeyamaKurd- Artêşa Yemenê ragihand ku li eniyên welat yên ji hev cuda ji 1000 î zêdetir Hûsî hatine kuştin. Li gor malpera bi ser artêşa Yemenê ya bi navê " 26sepnews " ê agahiya ku hatiye dayîn wehaye:

“Di meha êlûnê de şerên di navbera yekîneyên artêşê û Hûsiyan de, li eniyên şer yên cuda ku şer derketine, di nav wan de 215 fermandar hene û jimara kuştiyên Hûsiyan di ser 1000 î de ne. Eniyên ku lê Hûsî hatine kuştin bêhtir li Marîbê, Cewfê, Beyda û Nehemê ne.”

Heya niha li ser vê agahiya artêşê ji aliyê Hûsiyan de ti agahî nehatiye dayîn.