Hûsiyan ragihandin: Di êrîsên Amerîka û Îngilîstanê de 5 mîlîs mirin û 6 jî birîndar bûn

12 January 2024 21:28 0 dîtin
Hûsiyan ragihandin: Di êrîsên Amerîka û Îngilîstanê de 5 mîlîs mirin û 6 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hûsiyan ragihand ku di êrîşên Amerîka û Îngilîstanê yên li dijî Yemenê de 5 endamên Hûsiyan jiyana xwe ji dest dane û 6 jî birîndar bûne.

Berdevkê baskê çekdar ê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşên ku Amerîka û Îngilîstanê li ser Yemenê pêk anîne de diyar kir ku di tevahiya şevê de Amerîka û Îngilîstanê 73 êrîş pêk anîne.

Sarî diyar kir ku di êrîşan de ji Hûsiyan 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne.

Hêzên Amerîka û Îngilîstanê danê sibê roja Înê 12ê Çileya 2024an, di saetên sibeha îro Înê 12ê Çileya 2024an de, li Yemenê êrîşî xalên leşkerî yên Hûsiyan li Yemenê kirin û keştiyên bazirganî yên li Behra Sor kirin hedef.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku artêşa Amerîkayê û Îngilîstanê li Yemenê li dijî êrîşên wan ên li Behra Sor li hin hedefên Hûsiyan xistine.