Êrîsên hewayî yên DYA û Îngilîstanê li dijî Hûsiyan

28 June 2024 11:05 0 dîtin
Êrîsên hewayî yên DYA û Îngilîstanê li dijî Hûsiyan

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku DYA û Îngilîstanê vê hefteyê 8 êrîşên hewayî birin ser parêzgeha Hudeyda ya li rojavayê welêt.

Serokê Hûsiyan Ebdulmelîk El-Hûsî di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyona "El-Mesira" ya girêdayî Hûsiyan de diyar kir ku DYA û Îngilîstanê di nava vê hefteyê de 8 êrîşên hewayî birin ser Hodeydê.

Hûsî diyar kir ku van êrîşan hişt ku Hûsiyan kapasîteya xwe ya leşkerî zêdetir bikin, Hûsî ev daxuyanî dan:

“Amerîka hewl dide kesên din jî li dijî Yemenê tevlîhev bike, lê bi saya operasyonên me yên leşkerî pozîsyona wê ya lawaz derketiye holê û îtîbara wê li pêşberî cîhanê têk çûye. Amerîka hewl da ku hin welatên Ewropî tevlî meseleya Yemenê bike, lê (ev welat) pir hişyar bûn."

Hûsî diyar kir ku ji bilî têkçûna li Xezzeyê, DYA jî ji bo rawestandina eniyên berxwedanê têrê nake.