Îbrahîm Kalin: Serdana bo asayîkirina pêwendiyên ligel Îsraîlê pêngaveke girîng e
PeyamaKurd - Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ku di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên ligel Îsraîl-Tirkiyê serdana Tel Avîvê kiribû ragihand ku ew serdan ji bo asayîkirina têkiliyan pêngaveke girîng e.
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiyê Sedat Onal çend roj berê serdana Îsraîlê kiribûn û bi rayedarên îsraîlî re hevdîtin pêk anîbûn.
Îbrahîm Kalin li ser wê serdana xwe ji medya Tirkiyê re ragihandiye ku di serdanê de derbarê pêwendiyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de ligel berpirsên Îsraîlê hatine gotûbêjkirin.
Kalin herwiha gotiye: “Herwiha em li ser meseleya Filîstînê jî axivîn. Me derfet dît ku hestyariyên xwe yên derbarê Mizgefta Eqsayê ji Îsraîlê re ragihînin. Me bendawariyên xwe yên li ser vê mijarê anîn ziman.”
Îbrahîm Kalin diyar kiriye ku wan di serdanê de pirsên navçeyê û geşedanên dawî yên li welatên cîhanê jî nirxandine û gotiye, ew wê serdanê wekî pêngaveke girîng dibînin, lê divê bendewariyeke wiha çêneke ku pirsgirêk dê bilêz bêne çareserkirin ji ber ku ew proseyek e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin