Îdareya nû ya Amerîkayê nûnerê taybet ê karûbarên Îranê destnîsan kir

29 January 2021 12:30 0 dîtin
Îdareya nû ya Amerîkayê nûnerê taybet ê karûbarên Îranê destnîsan kir

PeyamaKurd – Îdareya nû ya Amerîkayê, Robert Malley, şêwirmendê siyaseta derve yê serdema Barack Obama, weke nûnerê taybet ê karûbarên Îranê destnîşan kir.

Li gor ajansa Reutersê ji rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kiriye; îdareya Joe Biden do Pêncşemê, Robert Malley, şêwirmendê siyaseta derve yê serdema Barack Obama, weke nûnerê taybet ê Washingtonê bo karûbarên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir.

Robert Malley li Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê di navbera salên 2014-2017an de xebitiye.

Herwiha yek ji wan danûstdankarên Amerîkayê bû di pirsa bernameya atomî ya Îranê de û rola wî di dariştina rêkeftina atomî ya navbera Îran û welatên 5+1, ku di Tîrmeha 2015an de hat îmzekirin de hebû.