Nûnerê Taybet ê Amerîkayê û Serokomarê Iraqê civîyan

19 March 2019 17:36 0 dîtin
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê û Serokomarê Iraqê civîyan

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey û Serokomarê Iraqê Berhem Salih doh li Silêmaniyeyê hatin ba hevdu û li ser geşedanên ewlehiyê û siyasî yên herêmê axivîn.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokomariya Iraqê Jeffrey û Salih li Silêmaniyeyê hatin ba hevdu.

Di hevdîtinê da Jeffrey û Salih li ser geşedanên ewlehiyê û siyasî yên herêmê, hewcedariya çareseriyê ya ku divê ji bo mijarên rewşa herêmê tevlihev dike bên dîtin axivîn.

Serokomarê Iraqê Salih hêvî kir di qadên cuda da têkiliyên bi Amerîkayê ra xurt bibin û ji bo berjewendiyên herdu welatan tekezî li giringiya hevkariyê kir.

Ji bilî vê Salih got herêmên bi destê DAİŞa rêxistina terorê hatine xirabkirin tên nûkirin ku alîkariya Amerîkayê ya di vê mijarê da pir giring e.

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey jî behsa piştgiriya Amerîkayê ya ji bo ewlehiya li Iraqê kir.

Jeffrey got di têkoşîna dijî terorê da ew bibiryar in ku bi Iraqê ra hevkariya xwe bidomînin..