Îdîa| 'Artês wê derbeyê li dijî Netanyahu bike'

26 June 2024 08:43 0 dîtin
Îdîa| 'Artês wê derbeyê li dijî Netanyahu bike'

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Sara Netanyahu xanima Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hefteya borî di hevdîtina taybet a bi komek xizmên girtiyan re, fermandarên artêşê bi hewla derbeyê li hevserê xwe sûcdar kiribû.

Di nûçeya rojnameya Haaretz (çapemeniya Îsraîlî) de hat îdiakirin ku Sara Netanyahu di hevdîtina xwe ya bi xizmên girtiyan re gelek caran gotiye ku baweriya wê bi asta fermandariya artêşa Îsraîlê nayê û hewl didin derbeyekê li dijî mêrê wê bikin.

Di nûçeya navborî de hat diyarkirin ku hin xizmên girtiyan ên ku bertek nîşanî Sara Netanyahû ya ku di sûcdariyên xwe yên li hemberî fermandariya artêşê de bi israr bû, bertek nîşan dan û diyar kirin ku çarenûsa zarokên wan ên li Xezzeyê dîl hatine girtin girêdayî artêşê ye.

Di bersivê de Sara Netanyahu diyar kir ku bêbaweriya wê li hember tevahiya artêşê nîne, belku tohmetên wê tenê li ser asta bilind a artêşê ye û Netanyahu di hevdîtinê de gelek caran ev îdia dubare kiriye.

Berdevk li ser nave Netanyahu li ser nave Netanyahu li ser nûçegîhanên çapemeniyê yên derbare gotubeja ku di civine de hatin kirin de ev daxuyanî da:

"Daxuyaniyên derewîn, alîgir û berdewam ên ku Xanim Netanyahu diêşînin, neheqiyeke hovane ye."

Ji aliyê din ve di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di hevdîtina Sara Netanyahu ya bi malbatan re gelek rayedarên artêşê amade bûne.