Haaretz: Netanyahu, li dijî artêsê delîlan berhev dike!

22 October 2023 17:30 0 dîtin
Haaretz: Netanyahu, li dijî artêsê delîlan berhev dike!

PeyamaKurd- Çavkaniyên parastinê yên ku ji rojnameya Haaretz re axivîn îdia kir ku Netanyahu li dijî artêşê delîlan kom dike da ku xwe ji tawanan pak bike.

Rojnameya Haaretzê ya ku li Îsraîlê tê weşandin îdia kir ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji bo berpirsyariya êrîşên ku di 7ê Cotmehê de ji aliyê Hamasê ve hatibûn kirin bixe ser artêşê. Çavkaniyên parastinê yên ji rojnameyê re axivîn îdia kir ku Netanyahu 'li dijî artêşê delîlan berhev dike.

Çavkaniyan eşkere kir ku "Netanyahu, li dijî artêşê kampanyayekê dimeşîne. Li dijî artêşê delîlan kom dike û di axaftinên xwe yên taybet de dibêje ku ew nayê sûcdarkirin û li ser şer tu agahî jê re nehatiye dayîn."