Îdiaya balkês a Serokê Sirbistanê li ser êrîsa Moskowê!
PeyamaKurd – Serokê Sirbîstanê Aleksandar Vucic got ku Amerîka û Îngilîstanê ji berê de derbarê êrîşa çekdarî ya li salona konserê ya li Moskowê ya paytexta Rûsyayê zanibûn.
Aleksandar Vucic derbarê êrîşa terorê ya ku li salona konserê ya Moskowê sivîl hedef girt, nirxandin kir.
Vucic ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û gelê Rûsyayê re sersaxî xwest û got, “Tiştekî ku me gelek caran gotiye lê hindik kes dixwazin bibihîzin, pir hindik kes dixwazin jê bawer bikin, pir hindik kes difikirin ku li rastiyan binihêrin; "Di 7ê Adarê de, dema ku Balyozxaneya Amerîkî (Moskow) bang li welatiyên xwe kir ku neçin navendên danûstendinê, Brîtanya û yên din heman tişt kirin."
Herwiha eşkere kir, "Ji ber vê yekê ev tê vê wateyê ku servîsên wan ên taybetî guh didin hin danûstandinan, agahdarî distînin û wan dizanibû ku ev ê bibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin