Îdiaya balkês! Ocalan ji bo PKKê peyam sand Qendîlê!

05 January 2024 11:53 0 dîtin
Îdiaya balkês! Ocalan ji bo PKKê peyam sand Qendîlê!

PeyamaKurd – Hatiye îdiakirin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ferman daye rêxistinê ku çekên xwe deynin û ew ê di rojên pêş de bangek berfireh parve bike.

Li gorî nûçeya Haberler.comê bi îdiaya “agahiya paşperdeyê”; Ocalan ku li Îmraliyê girtî ye ji Qendîlê re peyam şand.

Hat îdiakirin ku Ocalan di peyama xwe de gotiye, "Ligel geşedanên herêmî, armancên rêxistinê jî ji hev dûr ketine û li hemberî geşedanan ji îmkan û motîvasyona xwe dûr ketiye."

Hat îdiakirin ku Ocalan "fikirên xwe yên ku pêwîstî bi rêveberên payebilind ên rêxistinê heye aniye ziman, lê eger çalakiyên çekdarî bidomin wê windahiyên di pevçûnên bi Hêzên Çekdar ên Tirk re hîn zêdetir bibin."

Herî dawî hat îdiakirin ku Abdullah Ocalan talîmat daye rêxistinê ku "çekên xwe deynin", û herwiha hat îdiakirin, tê payîn ku di rojên pêş de bangeke berfireh bi raya giştî re parve bike.