ÎHD û TÎHV wê qetilkirina 7 endamên malbata Kurd di cih de lêkolîn bikin
PeyamaKurd –Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), wê bi şandeyeke ji rêxistinên civaka sîvîl hatiye avakirin re, biçin navçeya Meram a Konyayê û bûyera qetilkirina 7 endamên malbata Kurd di cih de lêkolîn bikin.
ÎHD û TÎHV, derbarê 4 jê jin 7 kesên di êrîşa nijadperest a li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin de, daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de, hat bibîrxistin, malbata Dedeogullari berê jî rastî êrîşa faşîst û nijadperest hatibû û êrîşkar piştî demek kurt serbest hatibûn berdan. Saziyên mafên mirovan, di daxuyaniya xwe de, dest nîşankirin ku ligel biryara parastinê jî, malbat nehat parastin.
ÎHD û TÎHVê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kirin, ew ê bi şandeyeke ji rêxistinên civaka sîvîl hatiye avakirin re, biçin navçeya Meram a Konyayê û bûyera qetilkirina 7 endamên malbata Kurd di cih de lêkolîn bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin