Îlam | Rejîma Îranê, komedyenekî kurd girtiye
PeyamaKurd – Sîrwan Perwîz, komedyen û aktivîstê torên civakî yê ji bajarê Îlama Rojhilatê Kurdistanê, bi tometa rexnekirina rewşa nebaş a aboriyî bi destên hêzên ewlehiyê yên Rejîma Îranê ve hat girtin.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Sîrwan Perwîz, komedyenê ji Îlama Rojhilatê Kurdistanê, roja yekşemê (05.01.2025) hatiye girtin piştî ku hêzên îtila‘et (dîsîplîn) pasdaran a rejîma Îranê avêtiye ser mala wî.
Hengaw tekez dike ku tometa girtina Sîrwan Perwîz ew bûye ku wî bi posteke xwe ya Instagramê rewşa aboriyî ya Îranê rexne kiriye.
Malbata Sîrwan Perwîz bi awayekî demkî hewl dide rewşa Sîrwan Perwîz bizane, lê dezgehên îstixbarata Rejîma Îranê xwe ji wan vedigirin û derbarê wî de tu agahiyan nadine malbata wî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin