Îlham Ehmedê ji Trump re name nivîsî
PeyamaKurd – Li gorî raporteke taybet a Wall Street Journala Amerîkî ku îro sêşemê li ser zarê berpirsên Amerîkî hatiye weşandin, Amerîka bêhtir nîgeran e ku Tirkiye û hevalbendên wê yên milîs xwe ji bo destwerdaneke leşkerî ya mezin a li deverên di bin kontrola hêzên Kurdî de li Rojava amade dikin.
Karbidestan behsa avabûneke girîng a leşkerî ya Tirkiyê li nêzîkî Kobanî, bajarekî ku piraniya wê Kurd kirin ku bibe sedema tirsa şerekî nêzîk.
Li gorî rayedarên Amerîkî ku di raporê de cih girtine, ev kombûn dişibihe tevgerên Tirkiyê yên beriya destwerdana wê ya li Rojavayê Kurdistanê yên di sala 2019an de. Karbidestekî Amerîkî ji WSJê re got ku ”Operasyonek li ser sînor dibe ku nêzîk be.”
Rayedaran her wiha tekez kirin ku êrîşeke nû ya Tirkiyê dê bêîstiqrariyê li herêmê kûrtir bike û hewlên parastina ewlehiyê li dijî paşmahiyên DAIŞê têk bibe.
Di raporê de behsa bicihkirina komandoyên bi unîformayên Tirk, yekîneyên topavêj û milîsên girêdayî wê li cihên stratejîk ên li ser sînor hate kirin.
Li hember alozbûna rewşê, Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Encûmena Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed nameyek ji Serokê hilbijartî Donald Trump re nivîsî û tê de daxwaz jê kir ku zextê li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bike ku dest ji operasyona plankirî berde.
Di nameya Ehmedê de ku ketiye destê WSJyê, tê gotin ku Tirkiye dixwaze beriya ku Trump dest bi kar bike, axa Kurdan bigre bin kontrola xwe û bi vî rengî rêveberiya nû neçar bike ku otorîteya Enqereyê ya li herêmê nas bike.
Di nameya Ehmed de hatiye gotin, “Eger Tirkiye êrîşên xwe bidomîne wê encamên wê felaket bin” û diyar kir ku operasyoneke bi vî rengî dibe ku zêdetirî 200 hezar sivîlên Kurd koçber bibin û civakên Xiristiyan ên li herêmê tehdîd bike.
Hat ragihandin ku di nameyê de behsa temînatên berê yên Trump ên ji bo piştgirîkirina hêzên Kurd hatiye kirin û sozên berê yên “Amerîka dest ji Kurdan bernede” bi bîr xistiye.
Di nameya Ehmed de jî ev daxuyanî hat dayîn: “Rêbertiya we ya bi biryar dikare vê operasyonê rawestîne û rûmet û ewlehiya kesên ku di têkoşîna aştî û ewlehiyê de wek hevkarên bi biryar in biparêzin.”
WSê her wiha bal kişand ser helwêsta metirsîdar a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), komeke bi pêşengiya Kurd ku bi leşkerên Amerîkî re kar dike ji bo tunekirina hêmanên mayî yên Dewleta Îslamî.
Berdevkê SDF ji WSJê re got ku danûstandinên agirbestê yên bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di destpêka vê hefteyê de bêyî lihevkirinek têk çûn, û hêzên bi piştgirîya Tirkiyê aniha Kobanî ji rojhilat û rojava dorpêç kirin.
Hefteya borî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi armanca kêmkirina aloziyan serdana Tirkiyê kiribû. Li gorî raporê, Blinken ji Erdogan garantî xwestiye ku operasyonên li dijî hêzên kurdî sînordar bike, lê belê piştî rûxandina rejîma Serokê Sûriyê Beşar Esed di destpêka kanûnê de, metirsiya zêde derket holê hilweşîne valahiya hêzê di navbera Kurdên Rojava û komên îslamî yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike hişt û pevçûn ji nû ve gur kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin