Îmamoglu serdana gora Tahir Elçî dike û bi Mizrakli re dicive

29 August 2019 20:45 0 dîtin
Îmamoglu serdana gora Tahir Elçî dike û bi Mizrakli re dicive

PeyamaKurd – Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku 31ê mehê roja Şemiyê serdana Diyarbekir û Batmanê dike, bernameya wî ya hevdîtinan hat eşkerekirin.

Li gorî bernameya hatiye diyarkirin, dê îmamoglu serdana rêxistina CHPê ya Diyarbekirê bike û li wir civîneke rojnamevanî saz bike.

Hat zanîn ku dê Îmamoglu biçe ser mezelê Serokê Baroya Amedê yê hatiye kuştin Tahir Elçî û piştî vegera ji serdana goristanê jî bi şaredarê Diyarbekirê yê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin Adnan Selçûk Mizrakli re hevdîtinekê bike.

Îmamoglu wê li Batmanê biçe daweta biraziyê Serokê Rêxistina CHPê ya Batmanê Huseyîn Yaşar û ji wir jî roja din ji ser Diyarbekirê vegere Stenbolê.