Saredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu serdana gora Tahir Elçi kir

31 August 2019 15:30 0 dîtin
Saredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu serdana gora Tahir Elçi kir

PeyamaKurd - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ligel şandeke îro Şemiyê (31.08.2019) serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kir û helwesta xwe ya li dijî tayînkirina qeyûman bo şaredariyên Kurdan nîşan da.

Ekrem Îmamoglu piştî daxuyaniyeke rojnamevaniyê da çû ser gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî.

Hevjîna Tahir Elçî Turkan Elçî derbarê serdana Ekrem Îmamoglu de got, "kesên ku bi saxî dilê xwe yê mezin herkesi hembêz dikin, dema koça dawiyê jî dikin deriyê gora wan her dem ji her kesî re vekiriye."

Serokê Baroya Amedê yê berê parêzer Tahîr Elçî roja 28ê Mijdara 2015aan de li ber Minareya Çarling a Amedê dema daxuyaniyeke li dijî şer dida hatibû kuştin. Heta niha jî kujerên Elçî nehatine eşkerekirin.jî, celadê DAIŞê li Reqa Hedoş piştevaniya grûpên terorist li Broksel û Parîsê jî kiriye.