Saredarê Stenbolê Îmamoglu: Kurdan, Tirkan û hemû sêniyên bajêr silav dikim

17 April 2019 20:10 0 dîtin
Saredarê Stenbolê Îmamoglu: Kurdan, Tirkan û hemû sêniyên bajêr silav dikim

PeyamaKurd - Şaredarê nû yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî ku mazbataya erka şaredariyê wergirt, li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji şaredarê AKPê Mevlut Uysal seroktiya şaredariyê dewr stand û dest bi kar kir.

Îmamoglu li ber avahiya şaredariya Stenbolê ji aliyê girseyeke mezin û bi coş ve hat pêşwazîkirin.

Îmamoglu dema dest bi axaftina xwe kir got, "Ez Kurdan, Tirkan, xiristiyanan, misilmanan hemû şêniyên vî bajarî silav dikim. Wekî min soz daye ez ê xizmeta 16 milyon şêniyên bajêr bikim."

Îmamoglu destnîşan kir ku ew dê bêyî ti cudahiyê bike, bibe şaredarê hemû partiyên siyasî û li ber hevsera xwe û zarokên xwe soz dide mafên her kesî biparêze.

Piştî 17 rojan Îmamoglu bi fermî bû şaredarê Stenbolê