Îmarat: Bi hezaran zarokên Filistînî wê bên dermankirin

02 November 2023 13:00 0 dîtin
Îmarat: Bi hezaran zarokên Filistînî wê bên dermankirin

PeyamaKurd – Bi talîmata Serokê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) Şêx Muhammed Bin Zayed Al Nahyan diyar kir, dermankirina 1000 zarokên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê de birîndar bûne, wê li nexweşxaneyên dewletê yên li welêt bên kirin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îmaratê WAM, Serokê Îmaratê Al Nahyan bi rêya telefonê bi Seroka Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) Mirjana Spoljaric re axivî.

Al Nahyan telîmat da ku 1000 zarokên Filistînî yên ji Gazzeyê bi malbatên xwe re bên mazûvanîkirin û li nexweşxaneyên giştî yên Îmarata Erebî heta ku sax bibin û vegerin welatê xwe, hemî lênihêrîna tenduristiyê ji wan re were peydakirin.

Hat balkişandin ku ev înîsiyatîfa navborî di çarçoveya xebatên Îmaratê yên ji bo alîkariya gelê Filistînê bi taybetî zarokan da ye.

Di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya gihandina alîkariyên mirovî û pizîşkî yên bi tundî, berdewam in û bi ewle ji bo sivîlên li zîvala Gazzeyê hate kirin û herwiha hate gotin, hewlên hevbeş yên herêmî û navdewletî ji bo bihêzkirina alîkariyên mirovî ji bo pêwîstiyên wan kesên ku ziyan dîtine, pêwîst e bi krîza heyî.