IMF: Em bi Iraqê re hevkariyê dikin
PeyamaKurd - Rêveberê Herêma Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn a IMFê Cîhad Azûr got ku ew bi Iraqê re di nava têkiliyên aktîf de ne û di gelek waran de hevkariyê dikin. Azur got, "Armanca me ew e ku em alîkariyê bidin welatên ku erdhej û qeyran lê dijîn."
Rêveberê Herêmî yê Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn a Sindoqa Diravî ya Navneteweyî (IMF) Cîhad Azûr ku beşdarî Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê ya ku li Dubey hat lidarxistin bû got: "Hevkariya me ya aktîv bi Iraqê re heye. Ji ber nebûna hevsengiya darayî rewşa aborî ya Iraqê ne pir krîtîk e, lê em piştgiriya teknîkî dikin."
Azur got: "Em bi Wezareta Darayî ya Iraqî re hevkariyê dikin da ku baştir birêvebirina darayî ya giştî pêk were."
Azur derbarê herêmên di şer de mexdûr bûne jî got, "Cîhan diguhere û rewşa darayî ya li van herêman dijwartir dibe. Alîkariyên me ji bo welatên ku ji krîzê bandor bûne tê kirin. Stratejiya me ew e ku em piştgiriyê bidin van herêman."
Azur destnîşan kir ku niha li van welatan rasterast alîkariya darayî nayê kirin, lê xisara ji ber van qeyranan tê lêkolînkirin.
Cîhad Azûr bal kişande ser wê yekê ku divê welat zêdetir lêkolînan bikin da ku rewşa xwe ya piştî şer baştir bikin.
Zêdetirî 30 serokên dewletan û serokên hukûmetan beşdarî 12emîn Civîna Hikûmetê ya Cîhanê ya 2025 (WGS 2025) dibin, ku li Dubai, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (UAE) tê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin