IMF: “Me heya niha krîzeka weha nediye”
PeyamaKurd- Seroka IMF ê Kristalina Georgieva, ragihand ku heya niha wan krîzeka weha ku koronavîrus bûye sedemê wê nedîne. Seroka IMF (Fon a Pere ya Navdewletî) ê Kristalina Georgieva, tevlî civîna çapemeniyê ya bi rêya video yê bû ku Cenewreyê ji navenda WHO yê dihat kirin.
Seroka IMF ê ragihand ku ew amade ne bo welatên ku ketine bin bandora koronavîrusê, alîkariyê bikin. IMF bo wan welatan 1 trîlyon dolar pere veqetandiye û seroka IMF ê ragihand ku heya niha di ser 90 welatan de ji wan alîkariyê xwestine. Georgieva got; ew dewletên ku li hemberê koronavîrusê bê parastinin, di hema wextê de ew dewletin ku aboriya wan di rêya pêşketinê de ne.
Seroka IMF ê ragihand ku heya niha ti carê rastî daxwazeka weha zêde ya fînansê ji wan nehatiye kirin û weha dewam kir:
“Ev krîz ji ya 2008an xerabtire û heya niha krîzeka weha nehatiye dîtin. Dinya di dewraneka tarî de derbas dibe. Kovid-19 dinyayê tehdîd dike. Bo parastinê, pêdiviya me bi hevkarî û yekîtiyê heye. Di dîroka IMF ê de ti carê em nebûne şahidê krîzeka weha ya aborî.”
Rêvebirê giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus jî bo alîkariya IMF ê sipasiya wan kir û ragihand ku koronavîrus ji krîza tenduristiyê wêdetir tiştekiye û encamên wê yên civakî û aborî gelek kûr in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin