Putin: "Heya niha bobelatên weha nehatine dîtin”
PeyamaKurd – Li Rûsyayê li herêma Sîbîryayê bi sed hezaran hektar de şewata daristanan dewam dike û li ser rewşê serokê Rûsyayê Valdimir Putin bi rêya Video-konferansê de bi rêvebiran re civîn kir û got ku ji rewşê bi endîşe ye. Putin di beyana xwe de got ew ciyên zerar gihaye wan, divê bo wan bilez tişt bên kirin û weha got:
“Bo nûhkirina xaniyan û tesîsên civakî yên girîng divê planên wan bilez bên tesdîqkirin.”
Putin balê kişand ser bobelatên xwezayî yên di demên dawiyê de diqewimin û weha got:
“Li hinek herêmên Rûsyayê bobelatên xwezayî hene ku heya niha bobelatên weha nehatine dîtin. Li başûr barana ku divê di mehekî de bibare, dikare di nav çend sietan de bibare. Li rojhilat ziwahî û baya xwurt zêde bû. Di dahatûyê de divê bi awayeka sîstematîk bi kêşûhewayê re têkoşîn bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin