Îmran Han banga hilbijartina pêswext kir
PeyamaKurd- Îmran Han ê ku bi dengên bêewlebûnê ji serokwezîrtiya Pakîstanê hat xistin, banga hilbijartina pêşwext kir. Îmran Han gef xwar û got, ger hilbijartinên pêşwext çênebin, ez ê gel daxim kolanan.
Serokwezîrê Berê yê Pakîstanê Îmran Han ku bi rêya dengdayînê ji erkê hat xistin, di mitîngeke partiya xwe de axivî. Îmran Han îdia kir ku ji ber Pakîstanê Yekîneya Leşkerî nedaye Amerîkayê, Washingtonê li welêt rejîm guherand.
Li gorî agahiyên di çapemeniya herêmî ya Pakîstanê de hatin parvekirin, Rêberê Partiya Tevgera Edaletê ya Pakîstanê (PTI) Îmran Han, piştî ji erka xwe hatiye xistin, cara yekemîn li Peşaverê mitîngek li dar xistiye. Îmran Han da zanîn ku ew ê di 16ê Nîsanê de li Karaçiyê jî mitîngê li dar bixe.
Serokwezîrê Berê yê Pakîstanê, di dengdayîna 10ê Nîsanê de bi girtina 174 dengan ji erkê hatibû xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin