India Today: Di teqînê de 14 kes mirin û 100 kes birîndar bûn

07 March 2023 22:34 0 dîtin
India Today: Di teqînê de 14 kes mirin û 100 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li payîtexta Bangladeşê li Dakkayê di apartmanekî de teqîn çêbû. Li gor ragihandina ajansê teqîn di apartmana 7 qat de çêbû û di encamê de 14 kes mirin û 100 kes birîndar bûn.

Li ciyê bûyerê operasyona rizgarkirinê dewam dike û 11 tîmên lezgîn yên Îtfaiyê sewqkirine ciyê bûyerê. Di apartmanê de gelek ofîs û maxaza hene û teqîn di qata zemînê ya ciyê ku maddeyên paqijiyê lê difroşin de çêbûye. Birîndaran birine nexweşxana fakulta Tibê ya li Dakkayê.