Îngîltere givasên ser 24 dezgeyan yên Sûriyê rakir

06 March 2025 23:44 0 dîtin
Îngîltere givasên ser 24 dezgeyan yên Sûriyê rakir

PeyamaKurd – Wezareta xezînê ya Îngîltere givaşên wexta rejîma Beşar Esad yên danîbû ser 24 dezgeyan rakir. Wezaretê weha ragihand:

“ Me givaşên ser Sûriyê car din kontrol kir û biryarê da ku givaşên ser 24 dezgeyan rakin ku di nav wan dezgeyan de Banka Navendî ya Sûriyê jî hebû. Rakirina givaşan ji bo enerjiyê, gihandinê û sektora fînansê ye. Lê givaşên ser kesan û dezgeyên din dewam dikin.”

Wezîrê karên derve yê Îngîltere Stephen Doughty di meha borî de ragihandibû ku guherînên di rakirina givaşan de, li Sûriyê bên kirin; wê ji bo desteka ku Sûriye ji nûh de ava bibe, ewlehiyê û îstîqrarê teşwîq bike.