Îranê 3 ji wan Kurd 4 girtiyên din îdam kir

18 August 2024 16:00 0 dîtin
Îranê 3 ji wan Kurd 4 girtiyên din îdam kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku rejîma Îranê di navbera rojên 13 û 15ê Tebaxê de li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên din bidarve kir.

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê eşkere kir, di navbera rojên 13 û 15ê Tebaxê de Îranê 4 girtiyên din ku bi tometên cûda hatibûn girtin, li girtîgehên Kerec, Sine û Sebzeward îdam kirine ku 3 ji wan Kurdin.

Ji destpêka sala 2024an ve li girtîgehên Îranê bi dehan kes hatin îdamkirin û li ser bi sedan kesên din jî sizayê darvekirinê hatiye sepandin.

Hêjayî gotinê ye, li Îranê herî zêde Kurd û Belûc têne îdamkirin ku piraniyan wan bi hincetên siyasî ne û tohmetên cuda cuda li ser wan têne kirin.