Îran: Amerîka cezayan rake, em amade ne vegerin peymana nukleerî
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, piştî hilbijartina Joe Biden wek serokê nû yê Amerîkayê û pêşbîniyên siyaseta nû ya rêveberiya Amerîkayê daxuyanî da.
Zerîf îro 18ê Mijdarê derbarê peymana nukleerî ku rêveberiya Trump jê vekişiyabû û cezayên nû li ser Îranê sepandibûn got: “Tiştê ku em bikin bi awayekî “otomatîk” e, bê danîna mercan danûstandin e. Heke Amerîka li gorî biryara 2231an tevbigere û berpirsyariyên xwe pêk bîne, em ê jî berpirsyariyên xwe yên plana xebatên giştî û hevbeş pêk bînin."
Zerîf ji rojnamevanan re diyar kir daxwaza Biden a vegera li peymanê tiştekî pir baş e û got, heke Washington berpirsyarên xwe pêk bîne, ew ê jî bilez berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin