Îran banga Fransayê ya bo muzakereyan qebûl nekir

31 August 2018 17:29 0 dîtin
Îran banga Fransayê ya bo muzakereyan qebûl nekir

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Behram Qasimî ragihand ku bernameya fuzeyên balîstîk bo Îranê mijareka “heyatiye” û banga Fransayê ya di vê mijarê de red kir.

Fransa ne tenê di mijara bernama nukleerî de lê muzakereyên bo nifûza Îranê ya di herêmê de xwestiye bo muzakereyan veke lê Îran her dû mijaran jî qebûl nekir. Qasimî weha dewam kir:

“Bernameya me ya fuzeyan bo armanca parastinêye, dicîh de ye, rewaye û em muzakereyan nakin. Siyaseta Tehranê ya di herêmê de bo aştiya dinyayêye û li dijî terorê ye. Kesên ku vêya qebûl nakin bila siyaseta xwe car din di ber çavan de derbas bikin.”