Îranê anîna termên malbata Kurd ji Fransayê qebûl kir

03 November 2020 19:15 0 dîtin
Îranê anîna termên malbata Kurd ji Fransayê qebûl kir

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade li ser anîna termên malbata Kurd ku roja Sêşemê di nav avên navbera Fransa-Brîtanyayê de xeniqîbûn got, ew hewl didin termên malbatê vegerînin. Berpirsên Îranê berî niha ji ber mesrefan nedixwestin termên wê malbatê vegerînîn Îranê.

Xetîbzade gotiye, wan bi rêya Wezareta Derve û balyozxaneya Îranê ya Parîsê, li ser malbata Kurd a Sêşema borî di nav avên navbera Fransa û Brîtanyayê de xeniqîye lêkolîn kirine û daxwaz ji berpirsên Fransî kirine ku termên wê malbatê vegerînin Îranê.

Hefteya borî, roja sêşemê malbateke xelkê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê, ku ji dê, bav û sê zarokan pêk dihat, dema derbasbûna ji Fransa bo Brîtanyayê di nav Deryaya Manche de xeniqîbûn. Herwiha du kesên din ên ji Serdeştê jî winda ne.

Berpirsekî Îranê ji Wezareta Derve ya Îranê Cemşîd Perwîzî piştî bûyerê gotibû, hevkarên me li derveyî welêt di nasîna terman de hevkariya wan kirin, lê pereyên wan nîn in ku termên wê malbatê vegerînin Îranê.

Herwiha malbata wan kesên xeniqî jî dabû xuyakirin ku ji ber Îran pereyekî zêde dixwaze derfeta wan nîne cenazeyên xwe bînin Rojhilatê Kurdistanê.