Îro termên her sê endamê malbata Kurd gihîst Silêmaniyê

17 September 2020 13:59 0 dîtin
Îro termên her sê endamê malbata Kurd gihîst Silêmaniyê

PeyamaKurd – Di 15ê Îlonê de, li Bexdayê malbateke Kurd ku ji 3 kesan (Dara Reûf, hevjîna wî Aliye Necmî û keça wan Şîlan) pêk dihatin, hatin kuştin. Vê bûyerê li Herêma Kurdistanê û li Iraqê gelekî deng da. Îro termên 3 endamê malbata Kurd ên li Bexdayê hatibûn kuştin, gihîştin bajarê Silêmaniyê û dê li wir bên veşartin.

Mihemed Tariq Xwarziyê Dara Reûf di konferaseke rojnamevanî de spasiya hemû aliyên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku beşdarî desteserkirina tawanbar kirine.

Herwiha Mihemed Tariq destnîşan kir, “Di medyayê de gelekî behsa serbirîn û destdirêjiyê hate kirin. Ev gotin ne rast in û tu bingeheke wê nîn e. Wek tawanbar li xwe mikur hatiye, ew bûyer bi sedema diziyê bû, ne ku tiştekî din.”

Malbata Dara do gilî di derbarê wê bûyerê de vekiribû. Mihemed Tariq dibêje: ‘‘Hêzên ewlehiyê dikarin di heyama 24 seatan de tawanbar desteser bikin.”