Îran bi angasta 'Sîxurên Îsraîlê ne' 4 ciwanên Kurd darve dike

07 January 2024 19:49 0 dîtin
Îran bi angasta 'Sîxurên Îsraîlê ne' 4 ciwanên Kurd darve dike

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku Dadgeriya Îranê ji bo 4 ciwanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta “alîkariya Îsraîlê kirine” biryara darvekirinê da. Ev ciwanên Kurd, berê jî bi endambûna partiyeke Kurd hatibûn tawanbarkirin.

Girtiyên siyasî yên Kurd ên ji Rojhîlat Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pêjman Fatihî, bi angaşta “alîkariya Îsraîlê kirine” ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tawanê sêdarê hatin cezakirin.

Pijman Fatîhî (28) li Kamyaranê, Muhsîn Mazlûm (27) li Mehabadê, Wefa Azerbar (26) li Bokanê û Mihemed Feramerzî (28) li bajarê Dewlanê ji dayik bûye.

Hengawê ragihand ku ku 4 xortên Kurd salek û 5 mehan di navendên ewlehiyê de hatine girtin û rastî her cure skenceyên laşî û derûnî hatine.

Li ser gotinên rayedarên dadwerî yên rejîma Îranê, di Tîrmeha 2021ê de, çapemeniya Îranê nivîsand ku ciwanên Kurd “endamên Partiya Şoreşgerên Kurdistanê (Komele) ne” û wê li Navenda Enerjiya Atomî ya Îsfehanê çalakiyekê pêk bihanîna. Lê belê Komele angaştên dadwerîya rejîma Îranê derewand û diyar kir ku armanca van angaştan pêşîlêgirtina çalakî û xwepêşandanên li Îran û Rojhelatê Kurdistanê ne.

Hengawê her wiha ragihand ku dosyaya 4 girtiyên Kurd ku ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi sêdarê hatine cezakirin, ji aliyê Şaxa 9emîn a Dîwana Bilind a rejîmê ve jî hatiye pesendkirin.