Îran: Me 14 sîxurên girêdayî tora sîxuriyê ya Îsraîlê girtin

31 August 2023 09:34 0 dîtin
Îran: Me 14 sîxurên girêdayî tora sîxuriyê ya Îsraîlê girtin

PeyamaKurd – Wezareta Îstixbarata Îranê ragihand, ji bo xistina şebekeke mezin a sîxuriyê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye organîzekirin, operasyon kiriye.

Wezareta Îstixbarata Îranê diyar kir, wan tora sîxuriyê ya Îsraîlê îmha kiriye û 14 ajanên girêdayî vê torê jî hatine girtin.

Wezareta Îstixbarata Îranê  ji bo xistina şebekeke mezin a sîxuriyê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye organîzekirin, operasyon kiriye.

Wezaretê diyar kir, di encama operasyonê de 14 ajanên ku plan dikirin li welêt çalakiyên sabotajê bikin hatin girtin û derbarê mijarê de ev agahî hatin dayîn.

"Toreke mezin a sîxurên Îsraîlê ku li gelek parêzgehên welêt tevdigerin hat deşîfrekirin. 14 terorîstên şebekeyê hatin girtin û 43 teqemeniyên bi hêz hatin desteserkirin."

Operasyon bi hevkariya yekîneyên taybet ên wezaretê, yekîneya taybet a Rêxistina Îstixbarata Pasdarên Inqilaba Îslamî û yekîneya taybet a Fermandariya Ewlehiya Îranê hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li parêzgeha Kirmaşanê (Kirmaşan) li rojavayê welêt 2 ajanên şebekeya sîxuriyê hatin girtin û hat diyarkirin ku wan operesyonên biçûk li parêzgehê kirin. çalakiyên xwe winda kirin û dîmen şandin navenda torê ya li Danîmarka û Hollandayê.