Îran: Em amade ne dagerin ser peymana berê ya nukleerî
PeyamaKurd – Li Îranê li payîtext Tehranê ji welatên cuda gelek kes, balyoz, rêxistinên ramanî tevlî forma ku li Tehranê hat kirin bûn. Form, ya 3 em ya diyaloga Tehranê ya navdewletiye. Form li wezareta karên derve li navenda xebatên siyasî û navdewletî çêbû. Di formê de wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan, serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Abdulmehdi, wezîrê karên derve yê Nikaraguayê Denis Ronaldo Moncada û serokê konseya stratejîk ya karên derve yê Îranê Kemal Harrazî hebûn.
Axaftina yekem ji aliyê Kemal Harrazî de hat kirin. Harrazî ragihand ku ti welatekî nahêle asayîşa welatê bikeve talûkê û xwepêşandanên vê paşiyê weka ku li hemberê Îranê şerê hîbrîtê hebe binav kir. Harrazî her weha behsa çareseriya peymana nukleerî kir û got ku piraniya peymanê çareser bûye û weha got:
“Îran amade ye dagere ser peymana berê ya nukleerî. Niha maye parastina peymanê û mijarên borî. Em dixwazin di dema ku rêxistina atomî ya navdewletî vê carê seredana Îranê bike, mijar çareser bibe. Em ne li pey hilberîna sîlihên nukleerî ne. Ji aliyê baweriyê de hilberîna çekên nukleerî herame. Eger Îran hilberînê bike wê li herêmê pêşbirka çekhilgirtinê destpêbike. Lê em dixwazin herêm ji çekên nukleerî xalî bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin