Îran: Em danûstandina di bin siya gefan de qebûl nakin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Musewî ragihand ku ew di bin siya gefan de danûstandina ligel Amerîkayê qebûl nakin.
Musewî bersiv da nameya Amerîkayê ya ku bi rêya Balyozxaneya Tehranê ya Swîsreyê hatiye şandin û got ku nameyek derveyî nezaketa dîplomatîk û bêrêzî bû û wan jî bersivek li gorî wê daye Amerîkayê.
Musewî herwiha destnîşan kir ku Îran’ di bin siya gefan’ gotûbêjên bi Amerîkayê re qebûl nake.
Wî da xuyakirin ku Amerîkayê vîze nedaye Cewad Zerîf ku beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe û heger bê dayîn jî wê derfeta Zerîf çêbibe ‘kujeriya Amerîkayê’ vebêje.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin