Îranê girtiyek li ber çavê xelkê îdam kir
PeyamaKurd - Li bajarê Simnan ê Îranê, girtiyekî ku bi tohmeta kuştina parêzerekî li bajarê Şahrûdê, cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin li ber çavê xelkê sivîl hate bidarvekirin.
Hate zanîn ku roja duşemê girtiyekî ku bi tohmeta kuştina parêzerekî li bajarê Şahrûdê cezayê îdamê li ser hatibû sepandin, li ser biryara Şaxê 49 ê Dadgeha Bilind a Îranê, li bajarê Şahrûdê li ber çavê xelkê hate bidarvekirin.
Li gorî nûçeya malpera bi ser daraza Îranê Mîzanê, ew ne îdamkirin bûye, lê qesas e û li ser daxwaza malbata kesê hatiye kuştinê pêk hatiye.
Serokê Saziya Mafê Mirovan li Îranê Mehmûd Emîrî Moqeddem bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew cezakirina li ber çavê xelkî hovane ye û divê ji aliyê civaka navnetewî ve bê şermezarkirin.
Moqqadem gotiye: “Bidarvekirin li ber çavê xelkê, kiryareke nemirovane, bê rehmane û bêrêzîkirin e ku tevî sepandina vê li ser kesê bidarvekirî, tevahiya xelkê qurbaniyê vê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin