Îran: Ji bo dorpêçên ser me rabin me bi miqdarekî zêde uranyuma safî çêkir

10 June 2023 23:41 0 dîtin
Îran: Ji bo dorpêçên ser me rabin me bi miqdarekî zêde uranyuma safî çêkir

PeyamaKurd – Serokê rêxistina enerjiya atomê ya Îranê Muhammed Îslamî ragihand ku ji bo dorpêçên ser Îranê rakin bi miqdarekî zêde ûranyûmê dewlemend kirine û bernama wan ya nuklerî ne ji bo armancên leşkerîne. Dewlemendkirina ûranyûmê ji aliyê Îranê de di serî de Amerîka û paşî welatên Rojava bertekê nîşanê Îranê dabûn. Îslamî, ji bo rojnama Îttîlaatê ya Îranê axifî û ragihand ku Îran hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomî ya navdewletî re dewam dike.

Îslamî got ku meclisa Îranê di sala 2020an de qanûn derxistiye û li ser vê qanûnê dest bi dewlemendkirina ûranyûmê kirine û weha got:

“Ji bo em dorpêçan rakin, me di asta bilind de ûranyûmê safî kir û wê dewlemend kir. Armanca danîna qanûnê ew bû ji bo dorpêçan rakin, tevgerekî stratejîk bikin. Qanûna Tevgera Stratejîk bar dide ser pişta me ku em di dereca 60an de ûranyûmê safî bikin. Dibêjin ku Îran di mijara ûranyûmê de hedefa Îranê leşkeriye. Lê armanca me ku em dorpêçên aborî ji ser Îranê rakin û Rojavahiyan razî bikin.”

Peymana nuklerî îzna dewlemendkirina ûranyûma Îranê di dereca 3,67an de dide. Dema Îran ûranyûmê di dereca 20 û 60an de safî bike, welatên Rojava endîşe dikin ku Îran bombeyên nuklerî çêbike û eger derece bibe 90, Îran dikare xwe bigihîne asta ûranyûma ku dikare perçe bibe an ku pêvajoyekî wê tê qebûlkirin.